|
|
Biryardariya Partîbûnê di hevaltî û sozdariya
pêşengên tevgerê de pêk hatiye. Girêdayîbûna bi
Rêbertî ya kadroyên pêşeng berxwedariya tevgerê
gihandiye asta
roja me ya îro. Ji ber vê yekê jî him
berxwedaniya zindanên Amedê him jî pêngava 15’ê
Tebaxê pêkhatina Rêbertî ye. Hêviya Rêheval
Mazlum a ji bo Artêşa Gel a Kurdistanê bi van
gotinan dihat ziman “baweriya min ew e ku wê
rojeke Kurd ji bo parastina xwe bibe xwedî
artêşek”. Şervanê Rêheval Mazlum Fermandar Egîd,
tola komkujiya 12’ê Îlonê li erdê nehiştiye û
hêviya hevalên xwe yên qehreman bi pêngava 15’ê
Tebaxê bersivandiye. Di cewherê xwe ev pêngav ne
çalakiyeke ji rêzê ye berevajî şoreşeke vejînê
ye. Di 26’emîn salvegera vejîna 15’ê Tebaxê a
gelê Kurd û hemû gelên bindest de şiyara me ya
Welatê Azad, Rêbertiya Azad û Xweseriya
Demokratîk bi hemla 4’emîn wê biser bikeve. Erka
ku Rêbertî daniye pêşiya me di hemla 4’emîn de
biserketin e. Ji bo erka ku Rêbertî daniye
pêşiya me û hêviya hevalên pêşeng ên tevgerê pêk
were em cejna 15’ê Tebaxê di destpêkê de li
Rêber APO, pakrewanên têkoşîna Azadiyê, gelê xwe
yê qehreman, hemû gelên bindest û hemû hevalên
têdikoşin pîroz dikin û em weke Saziya Gaziyên
Kurdistanê têkoşîna xwe ya Azadiyê li ser van
bingehan bilindtir dikin û ber bi serkeftinê
soza xwe ya girêdayîbûna xwe ya bi Pêngava 15’ê
Tebaxê nû dikin.
SILAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ
YÊKÎTIYA GAZIYÊN KURDISTANÊ
|