|
Beriya vê 27 salan li navçeya Dihê(Erûh) ji
aliyê fermandar Egîd( Mahsûm Korkmaz) ve yekemîn
guleya azadiyê li hemberî hemû dagirkerî,
komkujî û înkarkeriya dijminên gelê Kurd hate
teqandin. Gula yekemîn a vejina gelê Kurd,
serkeftinên gelek mezin, vîn, bawerî û
berxwedanên mezin bi xwe re anî. Di nava van 27
salan de, gelê Kurd ku berê navê wî dihate
qedexikirin bi têkoşînek
heybet êdî di nava civaka mirovahî de cihê xwe
yê bi rûmet girtiye. Her çiqas dijminên gelê
Kurd dev ji polîtîkayên xwe yên komkujî, înkar û
îmhayê bernadibin jî di astekê pir mezin de êdî
nikarin rastiya gelê Kurd û berxwedana wî ya 30
salên dawî veşêre.
Bi berxwedana mezin a PKKê gelê me xwe naskiriye,
bûye xwedî nirxên netewî, xwedî li ziman û
nasnameya xwe a bi hezaran salan derdikeve. Têkoşîna
azadiya Kurdistan bi berdêlên giran keda mezin a
Rêber APO û
şehîdên
me yên qehreman îro gihiştiye
qonaxa xweseriya demokratîk. Gelê me yê
welatparêz Ji 15ê Tebaxa sala 1984an heya roja
îro ji
şoreşa
vejînê bawer kiriye , fedakarî û berdêlên pêwîst
ji bo vê
şoreşê
daye. Bi rasthatina salvegera 27. Salvegera
pêngava 15ê Tebaxê em fermandarê mezin rêheval
Egîd(Mahsûm Korkmaz) bi rêzdarî û mineteke mezin
bi bîrtînin.
Weke gelê Kurdistan roja îro em
qonaxekî gelek nazik û hesas de derbas dibin.
Pêvajoya ku em niha tê de dijîn ji bo gelê me
pêvajoyek dîrokî û jiyanî ye. Weke Yêkitiya
Gaziyên Kurdistanê di 27êmîn salvegera pêngavê
15ê Tebaxê de em dibêjin ku em ji her demê
bêhtir amade ne ku erkên dikevin ser milê me bê
kêmahî pêk bînin. Me demek beriya vê konferansa
xwe a 5êmîn de bi
şîara
‘Em
Şerê
Gel yê
Şoreşgerî
bilind bikin- esareta Reber APO bi dawî bikin,
gelek nîqaş
û nirxandin kirin. Di konferansê de me gelek
biryarên giring û dîrokî girtin. Di vê dema
dîrokî emê rênedin ku dijminên gelê Kurd vîna
azad a gelê me bişkîne.Emê
li ser vê bingehê li çar perçê Kurdistanê de ji
sazkirina Xweseriya Demokratîk de cihê xwe
bigirin, di dema 4êmîn a strajîk de emê bibin
şopdarê
soza ku me ji Serokatîya xwe û
şehîdên
xwe re daye. Bi coşa
ku em ji 27êmîn salvegera yekemîn guleya azadiyê
digirin, em dê pêşengî
ji
şerê
gel yê
Şoreşgerî
re bikin. Yekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd
azadkirina Rêber APO ye. Ji ber ku weke hevalên
gazî êdî tehemmûla me ji esareta Rêber APO re
nemaye, ji bo
şert
û mercên Rêber APO yên dilgirtiyê dawî bikin
hemû fedakarî, xebat û hewildana pêwîst emê
raber bikin.
Li ser vê bawerîyê em bang li
gelê xwe yê welatparêz dikin ku di 27êmîn
salvegera pêngava dîrokî a 15ê Tebaxê de di nava
şerê
gel ê
Şoreşgerî
de cihê xwe bigire û asta herî bilind de xwedî
li modela Xweseriya Demokratîk derbikeve. Ji ber
ku gelê Kurd edî mafdare ku pêngava 15ê Tebaxê
bi coşa
cejneke netewî pêşwazî
bike. Hewce dike ku gelê me salvegera îsal li
hemû qadan bi coşekî
mezin û pîrozbahiyên girseyî pêşwazî
bike. Dem dema ku em weke gelê Kurd li her derê
yêkîtiya xwe bi hêz bikin û em azadiya Kurdistan
pêkbînin e. Bi rasthatina vê roja watedar û
giring em dîsa di kesayeta fermandarê mezin
Rêheval Egîd hemû
şehîdên
xwe bibîrtînin û em soz didin ku emê bi
sazkirina xweseriya demokratîk armancên
şehidên
xwe pêk bînin. Li ser vê bingehê em dubare
27êmîn salvegera pêngava 15ê Tebaxê di serîde
afrênerê xweseriya demokratîk Rêber APO,
şehîdên
me yên qehreman û gelê me yê welatparêz pîroz
dikin.
BIJÎ RÊBER APO
BIJÎ PKK
BIJÎ PÊNGAVA 15Ê TEBAXÊ
BIJÎ KURDİSTANA
XWESER Û DEMOKRATÎK
Silav û Rêzên
Şoreşgerî
11.08. 2011
Yêkitiya Gaziyên Kurdistanê
|