|
|
Payîza sala 1998’ê bi lezgîn despêkir,
tûjbûna salê dema baya wê diherikî û xwe li
hinarokên ruyê mirovan didan, mirov bi tûjbûna
wê dihesiyan, weke vê tûjbûna pahîza sala
1998’an Stratijiya Cîhanê ya Rojhilata Navîn jî
bi dû pêlan hatibû sazûmankirin; ya yekemîn
siyaseta mîtingerî ya dewletên mîtinger
nûnertiya wê dikirin ya dûwemîn jî pêla
azadîxwazan ya Rêber Apo nûnertiya wê dikir xwe
li ber raya giştî ya Cîhanê dabûn eşkere kirin;
stratijiya azadîxwazan bi pêlên ramanê
azadîxwazî, siyaseta mîtingerî ya di Rojhilata
Navîn de gihandibû cihekê rawestadinê ; êdî
vebûnek nû dihat xwestin ku li pêşiya siyaseta
xwe ya mîtingerî vekin. Ji ber ku Rêber Apo jî
li hemberî siyaseta wan ya mîtingeriya bi qirêj
digot na! bi van boneyan li hember Rêber Apo her
tim di nava lêvbaziyan debûn ; ya girîng xwe di
Komploya xwe ya navnetewî de, di Meha Cotmeha
sala 1998`an de da xuyakirin.
Bi van boneyan Mosat, Nato û dewletê Mîtinger
dixwestin cihê Rêber Apo bizanin û bêxin di bin
venêrîna xwe de, dema Rêber Apo ji Suriye derket
û berê xwe da Ewrûpa ji nêzîk ve ew vîna Mosat û
Natoyê pêkhat û Rêber Apo nêzîk ve şopandin û
her cihê Rêber Apo çûyiyê bûne şopgirê Rêber Apo.
Lê belê hem bi despêkirina sala nû hem jî bi
despêkirina zivistanek tûj, li gel hemû
seferberiya sixûrê Natoyê bandoriyek serek li
ser rêwîtiya Rêber Apo kiribû.
Lewra xweza bi hemû delaliyên xwe, xemla xwe
temamkiriye; lê roj bêy ku raweste, bi lezûbez
dem derbaz dike. Her wekû di tarîbûna şevê de
jiyan heye, xweza bi bêhna gulan xweşe; lê gul
çilmisîne, her wekû ji rojê xeyîdî û kanî zûha
bûne. Derketina parçeyek ewrê li esmanan ji bo
xwezayê gumanan dertêxe holê. Ewran xwe li hev
da, pêlên reş yê ewran çêkirin, gurîjgan xwe li
gel burskan vedan û xwe di Sibatok reş ya weke
navê xwe yanî “Siha bi ba tê.” de dan xuya
kirin; Bilbil bê gêwil û bêzar, li şeva tarî û
bêdeng bi hemû hewldanên xwe, xwe dispêre
xwezayê, robar hêdî hêdî zelalbûna xwe winda
dike û ji nava her dû niklê bilbil awazek xembar
û melûl kû êdî şanên hemû zindiyan dike rondik,
li ser hinarokên rûyê wan de diherikin. Pahîz û
Zivistan ji bo sibatê mukur tên, stêrên li
esmanan geş dibin lê dîsan xwe têxin pişt ewran
û xwe diveşêrin. Dil difetise ku xwe kiriye perî,
ji ber kû ji bûheştê tên avêtin, perî û horî êdî
tevgerkirin berbi dojehê ve diçin. Çiyayên
bilind stû xwar dibin, ji ber ku êdî mij ji bo
çiyan dibin mêhvan; bûk li şûna kincên bûkaniyê
êdî cilên sor li xwe dikin. evîndariya evînan
dan jibîrkirin xurûşa xurûşgeran da windakirin,
pêkenokên şanogeran bûn dilkederî, lorîkên
dayîkan li ber dergûşan bûn girî, zarokên sava
li her cihî kirin qîr û hewar û gaziyên li serê
çiyayên Kurdistanê ku di bin hemû mercên xwezayê
de têdikoşe, şerê mirin û hebûnê dide, bi
haydarbûna nûçeya sibatoka reş matmayî dibe û
dibin dilkederê rêwîtiya bêdawî.
Erê roja ku çûye ava, wê her derbikeve, lê kengê?
Her kes li bendêye!
Lê çibikim, dil ji xiyalan, pênûs ji nivîsînê,
çav ji dîtinê, hizirîn ji hestan têr nabe; her
çiqas em pesnê we bidîm lê dîsan biqasê we nayê
Rêberê min. Bê hebûna we ji bo me diyar dibe
weke zindiyekê bê giyan, zarokekê sêwî; lê
çibikim çiqas bihûnim, çiqas bi lorînim, bêjim
lê nikarim pesnê we bidim Reberê min, ronahiya
roja min.
Bi komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li
hember Rêber Apo hatî çêkirin; dixwestin Rêber
Apo ji tevgera Azadiyê qutbikin û bi wê re jî
tevgera azadiyê ya hemdem biroxînin lê belê
nedizanîn Rêber Apo ne li hember komployekê,
li hemberî hezaran komplo ewleyên pir mezin
standine û ne dazdeh hewarî bi hezaran hewarî
ewle standine.
|