|
|
DRBARÊ
ME DE
Em li ser xaka xwe
bênasname û weke penaber mecbûrî jiyanê kirin,
ev 20 salin li hember dagirkeriyê şerê kû bê
rehm û bi qasî viya jî biwate, em şervanê şerê
azadiyê û gaziyê vî şerîne. Di demê şer de
birîndarbûyîn û li derveyî şer mayîn ji bo
azadiya gelê me tekoşîna kû hatiyê dayîn li
mîlê şer yên bi êş di milê rih û fîzîkî de
tişten kû afirandî yê em mexdûrê wê kiryarenê.
Em gaziyê şerê li Kurdistanêne. Hêzên
Emperyalîst yê dagirker, desthilatdar û şerxwaz
bi hezarê salan di qada şer de tevkujî û
qirkirinên kû pêkanîne weke dirêjeyên qurbanên
ortopedîk di roja me de felaketên nukleer, şerê
konvansiyonel texrîbatê wan li ser xweza û
mirovan, di nav rastiya vî şerê kû jiyankiri de,
em bûne xwedî îmkan û derfetên dîtîna wê. Ji ber
vê sedemê em weke gaziyên şerê li Kurdistanê ji
bo aşîtiyekê bi şeref tişta kû jêre tê gotin
şer; ev felaketa grover ya jîngehî ji bo pêşî
girtina wê, tevayî di nav yêk sînorî de, dinav
heman herêmê de bi awayekî azad û wekhev, ji bo
bûyîna xwediyê jiyanekî parvekirî, ji bo em
alîkaribidin cîhanekî kû di nav êşêdeyê bi hêvî
û baweriya kû em di wateya rast de azadiyê û
aşîtiyê bidin jiyankirin. Em jî ji aliyê xwe ve
ji bo kû karibin hizrû nêrînên xwe bidin
diyarkirin şert û mercan avabikin. Li hemû
welatên kû saziyên gaziya lê hene bi wana re
ketina nava yêkîtî û hevgirtinê, ji bo kû ev
felaketên şer yên bê rehm ji holê werê rakirin
ketina nava hewildanên xurt û bi hizrê hember
hevdû ji têgeha hevdû bihêzkirinê hereket kirin
girêdayî gaziyên şerê li kurdistanê. Me malperek
bi navê web vekir. Bi vê malpera înternetêre
kesê kû di şerê li kurdistanê yê di 20 salan de
birîndarbûne, hevalên me yên kû destê xwe, lingê
xwe, çavên xwe h.w.d hem Cîhana wan ya maddî
hem jî Cîhana wan ya psîkolojîk bi we û tevahî
Cîhanê dayîna naskirin. Şerê bê rehm yê li
Kurdistanê,
di nava şert û
mercê tekoşînê yê newekhev de weke aliyekî vî
şerî me minasib dît kû em hevpeyvînên kû me
hêzên gerîlla yên gazî û gaziyên ji gel, bi
wêneyên wan re biweşînin. Armanca me ya herî
girîng jî ewe kû di navbêra dewleta de hem jî
di navber hêzan de mirovên gazî li hember
felaketên li hember mirovên û hember xwezayê
ango li hemberî şer sekinandinekî bivîn, azad û
wekhev, pêkanîna seknandine û hevgirtinekî
demokratîk. Di vê wateyê de xwe gihandina hemû
gaziyên cîhanêyê, ji bo wana şert û mercen maddî
û psîkolojîk alîkarî kirin, diyalog kirina hemû
pirsgirêken Cîhanê. Hêzên serdest û şerxwaz
lîstikên wan ên li ser gelan didin meşandin ji
bo vale derxistina wan li hemberî şer û
serdestan yê di nava pozîsyonê de seknandin û
tevgerkirin û ji bo pêşxistin û dijwarkirina
tevgerekî dijber ya şer em dixwazin ji eniya
gaziyan ve giraniyê bidest bixîn. Bi vê hêviyê û
baweriyê em silav û rêzên xwe ji tevahiya
hevalên xwe yên gazî re rêdikin.
GAZIYEN ŞER ÊN KURDISTANÊ |