|
ANF/Mexmur
Yekemîn konferansa jinên ciwan di nav rojên 8 û
10’ên meha Cotmehê pêk hat û pirsgirêkin jinên
ciwan nîqaşkirin. Me jî li ser encamê konferansê
û bîryarên hatine girtin ji endama dîwana
konferansê Evîn Bûldan pirsî. Bûldan da diyar
kirin wan bi dûrişmeya “Bi Coşa Ciwantiyê Li ser
Xeta Bêrîtanan, bi giyanê APO’yî Têkoşîna
Azadiyê Bilind Bikin” konferansê lidar xistiye û
bi moralekî mezin encam kiriye.
Birêz Bûldan ger hûn konferansê bi nirxînên hûnê
ji bo xwendivanê me çi bêjin
Yekemîn konferansa me ya Jinên Ciwan li Wargeha
Mexmûrê hat li darxistin. Yekemîn Konferansa
Jinên Ciwan bi beşdarbûna 140 delegeyan çêbû û
sê rojan berdewam kir. Ev Konferans bi giyanekî
coş û bi heyecanekî pir mezin pêkhat. Konferansa
me bi durişma “Bi Coşa Ciwantiyê Liser Xeta
Bêrîtanan, bigiyanê APO’yî Tekoşîna Azadiyê
Bilind Bikin” hate lidarxistin. Di Konferansê de
mijarên gelek girîng ji aliyê Jinên Ciwan ve
hatin nîqaş kirin. Mijarên sereke ev bûn;
“Negirtina nextê, di temenê biçûk de zewicandina
Jinên Ciwan û her wiha xwe bi rêxistinkirina
Jinên Ciwan.”
Encamên ku we ji vê Konferansê girtiye çiye?
Encamên ku me ji vê Konferansê derxist pir
girîng in. Yek; divê Jinên Ciwan bibin xwedî
rêxistinekî xurt, bikarin bandorê li ser hemû
ciwanên ku di Wargeha Mexmûr de dijîn bike. Her
wiha di aliyê çand, ziman û exlaqî de bikare xwe
bandor bike. Bi taybet jî Jinên Ciwan divê bibin
xwedî vînekî azad û li hebûna xwe xwedî
derbikevin. Divê li hember hemû pirsgirêkên ku
di Wargeha me de rû didin, em bibin bersiv û
bikarin rolên xwe bilîzin. Em weke Jinên Ciwan
bibin hêza çareseriya pirsgirêkên ku hem ciwanên
me jiyan dikin, hem jî Jinên Ciwan jiyan dikin.
Hem Rêbertiya me hem jî Tevgera me ya Azadiyê ev
30 salin tekoşînê jibo rakirina van pirsgirêkan
didin. Em di qonaxa çaremîn a tekoşînê de ne.
Qonaxa çaremîn ji bo me pir girîng e. Hem ji bo
tevgera me hem jî ji bo gelê me pêvajo hesas û
nazik e. Qonaxa çaremîn qonaxek stratejîk e û
qonaxa azad kirina Rêber APO ye. Em Jinên Ciwan
pêwîste xwedî li Rêbertiya xwe û hemû Şehîdên
Tekoşîna Azadiyê derbikevîn. Ev yek erkê me yê
sereke ye. Heke îro em dibêjîn em hene, bi keda
Rêber APO û Şehîdên Tevgera Azadiyê yên jin, yên
mîna; Bêrîtan, Zîlan, Sema, Viyan û bi hezaran
şehîdên jin em dikarin behsa hebûna xwe bikin.
Niha jî bi hezaran jinên ciwan di çiyayên
Kurdistanê de ji bo azadiya gelê xwe tekoşîn
dikin. Bi rastî jî giringe ku em Jinên Ciwan jî
bikarin bibin hêjayî van hemû mîrasên mezin û
bihadar.
Di encama konferansê de jî 21 rêveber hatin
hilbijartin. Ev rêveber ji keçên xwendevan,
karker û yên di xebatên civakê de cihê xwe
digirin, pêkhatin.
Biryarên sereke yên ku we girtîn çibûn?
Ji ber ku yekemîn Konferansa Jinên Ciwan bû, me
gelek biryarên girîng girtin. Komîteyên Jinên
Ciwan, divê perwerdeyên xwe bi awayekî periyodîk
rêxistin bike, weke din bi tevgera jinê re li
gel perwerdeyên xweser plansaziyê hevpar bigere.
“Bi durûşma yek ciwan jî bê perwerde nemîne” bi
giyana serferberiyê di mîhvera parêznameyên
Rêber APO de perwerde çêbike.
Divê li hember êrîşên li ser Rêber APO, gelê me
û nirxên azadiyê yên ku bi hezaran şehîdên me
afirandine û êrişa li hemberî jinê, tekoşîneke
aktîv bike, komîteya xwe ya parastinê ya cewherî
ava bike. Jinên Ciwan wê ji bo Kampanya ya
“Çanda Tecawize Têk Bibin û Tekoşîna Azadiyê
Bilind Bikin” pêşengî bike. Jinên Ciwan wê ji bo
parastina çand û zimanê Kurdî belav kirin û
pêşve birinê pêşengî bike. Her jinekî ciwan divê
li ser rêgeza “Xwe bizane, di xwede kesayetiyekî
komple bafirîne, vê yekê bi cidiyeta APO’yî û bi
dîsîplînî jiyan bike û bide jiyan kirin. Di
jiyanê de tevlîbûnekî sade û dilnizmî bingeh
bigire û hwd.....
Hûn ê di demê pêşde çi bikin?
Em weke Jinên Ciwan dixwazîn bibîn xwedî vînekî
azad û bi taybetî jî, em wekî Jinên Ciwan hebûna
xwe bidîn jiyan kirin û pêşî li van zewacên ku
di temenê biçûk de tên kirin, bigirin. |