Komeleya Mexdurên Şer

.

Nave Komeleyê; Komeleya Mexdurên Şer .

BERNAME

RÊZIK NAME (TUZUK)   

RÊXIST BÛYÎNA HINDIRÎN

SAZUMANIYA RÊVEBIR

DI RÊVEBERIYA GIŞTÎ DE ŞÊWEYÊ BIRYAR GIRTIN Û HILBIJARTINAN

YÊKİNEYÊN XEBATÊ

FESİHKİRİNA KOMALAYÊ

 JI ALİYÊ KOMELEYA ME VE TASLİXA PROJEKÎ LEZGÎNÎ (ACIL)

 

 Nave Komeleyê; Komeleya Mexdurên Şer

 Cihê Navenda Komeleyê; Irak-Wargeha Mexmur.

            Ev komaleye ji alyê 15 kesên bi biryar û xwedi îrade ve hatiye sazkirin.

            Komeleya me ji bo çareserkirina hemû pirsgirikên mexdurên şer dibe arîkar û hewldike hemû êş û janên hemwelatîyên Kurdistanê parvebike. Bê goman kesên kû di alyê fîzîkî û zîhnî de ji şer bandor bûne, ji bo tedavî û pêk anîna pêdivyên wan xebat û heldanên komeleya me yên bê hempa hene. Komeleye me hevpeymana 10 ê mijdarê 1948, an mafê mirovan di pejirîne  û pişgirî dike. Bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin kû li gorî vê peymanê tevbigerin û li ger vi esasî xwedi li mexdûrên şer yên Kûrdistanê, bi teybet yên mexmur ê derbikevin.

            Komeleya me ji dervey berjevendî yên sîyasî hatîye avakirin  û girêdayî çu rêxistinên sîyasî nîne. Li gorî ger û armanca komeleyê,  me; Hemû kesên mexdûr û gazîyên şer hevbêş dike û xwedî derketina wan esas digire. Herkesê bixwaze bibe endamê komeleya me ji kî jan çîn-tebeqeyê bibe bila bibe; nerîn, îdeolojî, ol û cînsê wî çi dibe bila bibe di kare bibe endam.Di wê baweryê dane kû em dê ji bo çareserkirina hemu pirsgirekên wan yên tendurîstî, madî û manevî hewlbidin.

 

            BERNAME

            Arîkarî dayîna kesên di şer de êtîm,seqet û bê çare armanca sereke ya komeleya me ye. Bê goman mirovahî di xwezahî ya xwe de xwedî mafê jîyanê ye û pêwîste tû kes û hêz vî mafî binpê neke.Le mixabin tevgerên dagirker û berjewendî xwa bi çekên giran ve li gelek deverên cihanê şer dimeşînin; Dibe sedema kuştin û seqetbûna bi hezaran kesan. Tu armanc û hedefên kû liser rijandina xwîna mirovan; seqetkirin û wêrankirina nirxên mirovahîyê xwe timardike meşur henin. Pêwîste tevgerên bi vî awayî bêne sekînîn û bên tecrîtkirin.

Wek tê zanîn ev 14 sale penaberên mexmur’ê ji ber zilm û zora dewleta Tirkiyê koçberî Başûrê Kurdistan’ê bûne. Dewleta faşist, sedan kes kuştine, bi dehan kes seqat, hiştine mal û gundên wan wêran kirine. Her waha penaberên mexmurê bi dehan caran bûne hedefên hêzên başûrên kurdisan’ê dawî mecbûr bûne kû li mexrurê bi cihbibin. Ev rewş egerên neyîna derfetên aborî û zahmetiya mercên erdnîgarî bûye sedem kû dehan zarokên seqet çêbibin. Her waha ji heman egeran nexweşiyên pir giran ji li mirovan peyda bûne. Cihek zûha bê ave. ev cih dema Sedam de ji cehekê koçberiyê bû û bi hezaran kurd li vêderê mehkumê mirinê kirine. Gelê meyê penaber jî ji bo qirkirin û mirinê li hatibû bi cihkirin. Lê gelê me xwedî îrade zanebûn û girêdanek şoreşger bû bi ket berxwedanekî bê hempa ev cihê kire cihê jiyanê. Li ser vê esasê armanca me ji ewe em arikariya madî û manewî bidin vî gelî û ji pirsgirêkên wan yên tenduristî ve bibin bersif. Ev hewldanên me wê li gorî çerçeveya zagonên navnetewî bibin. Armanca me ewe kû arikariyên ji Evrupa û welatên din bê ragandin virovên yên mexdur re.

 

  

RÊZIK NAME (TUZUK)   

 

Endam tiya komeleyê:

1-      Komeleya me, cins û temen çi dibe bila bibe ji bo endamtiyê herkesê di pejirîne.

2-      Herkesê kû bi awayekî fermî û bi referansa du endamên sazker dikarin serlêdana xwe bike. Ji bo endamtiya wî wî kesê dinavbera 15 rojan de biryar tê dayin û ev biryar tê ragahandin.

3-      Ji bo endamtiyê çikes nayê meçbûrkirin û ev kes, bi biryara xwe ya azad bibe endam.

4-      Endamên komeleyê xwedî mafên wekhevin û di desteya rêvebir giştîde mafê xwe yê dengdayînê de heye. Her endam necare kû dengê xwe ew bi xwe bi karbine.

5-      Her endam bi şertê kû daxwaza xwe ya nivîskî bide dikare xwe ji endamtiyê vekişîne.

6-      Biryara bi dawî anîna endamtiyê, ji aliyê saziya rêvebir ve  tê dayîn. Li hemberî vê bîryarê endam, dikare îtiraza xwe bike. Lê disan biryara dawî saziya rêvebir ya giştî wê bide.

7-      Endamê kû ji derveyî armanc, rêzik namê bernamê komeleyê tevbigere wê ji endamtiyê bê derxistin.

 

 

RÊXIST BÛYÎNA HINDIRÎN

 

Lebetên komeleyê.

a-      lebeta biryardayînê ya herî bilind konferanse.

b-      Saziya rêveberînê

c-      Meclisa rênîşan ( danişma)

KONFERANS

1-      konferans bi tevlîbûna 312 endaman salê carekê tê li darxistin.

2-      Saziya rêvebir, meclisa rênîşan( danişma) û serokê komeleyê di konferansê de tên hilbijartin.

3-      Di konferansê de xebatên salekê tên nirxandin. Li gorî rapora nirxandina; Rêk û pêk erk dayîn, pîlan û projeyên sala nû tên amedekirin.

4-      Armanc, program û rêzikname bi tine bi konferansê de tên guhartin.

5-      Biryar bizêdehiya dengan ve tên standin.

6-      Hersê mehan carekê bi tevlî bûna hemû rêvebiran( rêveberya ber fireh) civîn tê darxistin.

 

SAZUMANIYA RÊVEBIR

1-      Serokê komeleyê ji kesekê pêktê.

2-      Du cigerên komeleyê tên erkdarkirin.

3-      Rêvebirina komeleyê ji 15 kesan pêk tê. Ji wana 7 kes esîlin 8 kes jî ji kesên ciger pêktên.

4-      Masref û pîlankirina aboriya komeleyê ji aliyê saziya rêvebir ve tê pêkanîn jib o vî karî komîtê tên Erkdarkirin.

5-      Kesên kû endamên esîl yên saziya rêvebirin, civinên giştî û civînên awarte yên saziya rêveberîna giştî bi pîlandike, cih û dem civînan diyardike û rêvedibe.

  

DI RÊVEBERIYA GIŞTÎ DE ŞÊWEYÊ BIRYAR GIRTIN Û HILBIJARTINAN

 

1-      Hemû endam dikarin tevlî sazî bûna rêvebir ya giştî bibin û mafê xwe yê deng dayînê heye, ji derveyî fesihkirina tuzukê hemû biryar bi zêdeyî ya dengan di vê saziyê de tên dayin. Ger di deng dayinê de, rewşekî wekhevî derbikeve hole aliyê kû serokê komeleyê dang dayê ev dibi biryar.

2-      Hilbijartin bi şêweyek demokratik tê kirin hilbijartina yêkîneyan (lebetan) komeleyê bi şeweyê eşkere û  hejmartin tê kirin.

  

YÊKİNEYÊN XEBATÊ

A-Yêkîneya perwerdê û têkiliyên civakî;

1- Di derbarê bandoriyên şer yên li ser civakan dayina  semîner panel û konferansan jib o gel tê li derxistin. Komeleya  me jibo kû nexdûrên şer yên li mexmûr’ê bibin xwedî meslek, qursên perwerdeya tekniki hunerên dest û dersên zimanê biyanî, dibistanan vedike.

B- Yekineya Huquqî (dadî)

a- komeleya me têgehên aşiti, biratî û  azadiya mirovan dipejirine û wek rêbazên jiyanê dibîne.

b- komelaya me xwezayî civakê û mafê kesî li ser rastiya esasên huquqî dibîne û dipejirine.

c- Komeleya me li gorî distûrên civaka kû em tê de dijin tevdigee.

d-têgeha komeleya me ya huquqî de, hêza mirovan ya rewanî li ser hêza heyberî yanî madiî dibîne û baweriye bi vê yêkê têne.

C- Yêkineya Arşiv û sicilan

1- jib o deftera sicil û qeydan komisyonekî ji 5 kesan pêktê kû girêdayi meclisa rênişanê (danişma meclizine).

2- Deftera qeyit û sicilan, nasname û dîraka endamtiya endaman, diyar dike.

3- Herwaha deftera biryaran, deftera dem û rêza dirokên civin p konferansan ji tên girtin.

4- Arşivkirina sicilên her endameki bi awayeki fermî ş belgeyi di computerê de.

5- Deftera maliyê,  miktar û mesrefên komeleyê lê tên qeyikirin.

d- Yêkineya maliyê

a- komele bi mahane û arikariyên xwe finance dike.

b- Qampanyayên arikariyê organîne dike.

c- Komele bêy berjewendiyê kesî û ticari dixebite. Hewl dide kû hemû derfetên heyi ji bo xizmeta mexdoran bikarbine.

e- Yêkineya Têkiliyên ji der ve;

a- jib o danasina komeleyê xebat dike.

b- ji bo pêşxistin û pêkanina têkiliyên hemû saziyan tevdigere.

c- li gel hinek saziyên navnetewi de dikeve nav têkiliyan.


 

FESİHKİRİNA KOMALAYÊ

 

1-      Gel rewşeki ferihkirina komeleyê hebe pêwiste saziya rêvebir ya giştî kombibe û vî awayî bigihe biryarekê. Civîna kû bi egera fesihkirinê komdibe pêwiste ji 3/2 enedamên saziya giştî ya rêvebir tevlibikin.

2-      Ger 3/2 endamên saziya rêvebir ya giştî ji bo biryara fesihkirinê zêdeyiya dengan re hatibe bi sestxistin, ji bo civina duyem bangawazî têkirin. Di civîna duyem de tevlibûna endaman çendibin bila bibin. Pêwiste biryara nîhayî bêtin dayîn.

3-      Bê goman biryara fesihkirinê, saziya gişgi ya rêvebir wê bide. Ji bo tevsiyekirina malê komeleyê, komîteyeki ji sê endaman pêk tê, tê hilbijartin, ev komîteyê male komeleyê li ber çavan re derbaz dike,deynê komeleyê tê dayin. Pereyên di mine jib o heman armancê deverî saziyeki din dike.

 

             JI ALİYÊ KOMELEYA ME VE TASLİXA PROJEKÎ LEZGÎNÎ (ACIL)

Armanca me vê projeyê ewe kû rastiya êş û janên kû bandoriya xwe ji şer digirin bidediyarkirin û eşkerekirin. Wek tê zanîn nêzikî 3o salane li bi kurdistan’ê şerek tê meşandin. Bê goman egera binghîn ya vî şerî pirsgirêka kurde. Bi salane dewleta Tirkiyê  hebûna gelê kurd înkar dike mafên gelê kurd yên weke nasname, ziman û çandî  ji ne dative dibîne û politîkayên xwe yên şoven û faûistane berdewam dike. Gekek derdor ji dizanin gelê kurdistan’ê gelekî. Rojhilata navîn yê herî kevne û xwedî çend dirok û zimanekî dewlemende. Di gelek pêvejoyên dirokî de. Erdnîgariya kurdistanê bûye navenda bi dehan şaristaniyên hemdem û di dîroka mirovahiyê de ciheki xwe yê giring heye. Bi welatên ciran re hertim dinava hevkariyê de bûye û ti caran nêzikatiyekî dijminkarî nekirinye. Lê mixabin. Erdnîgariya kurdistan’ê û gelê we ji aliyê dewletên dagirkaer ve her tim hatiye mêtîngerkirin. Yêk ji van dewlatan ji dewleta Tirkiyê ye. Ji ber vê egerê bi salane dinavbera dewleta Tirk  û gelê kurd de şerekî bê hempa tê meêandin.

         Şerê kû dewleta Tirkiyê li hemberê gelê kurd dimeşîne şerekî qirêje û ne li gorî distorê huquqa navnetewiye. Bê goman ger mirov rewşa penaberên mexmur’ê binirxine we rastiya dewleta Tirkiyê, çêtir fêmbike. Salên 1994’an û vir ve, bi hezaran Kurdên Bakur ji ber zilm û zora dewleta Tirkiyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne. Encama zilm-zora dewletê bi sedan kes hatine kûştin, tevî jin û zarok bi sedan kes hatine birîndarkirin û  Mecbûrî kûçberiyê kirine.  Bê goman di encama vî şerîde bi dehan kes ji, seqat bûne tûremayên şer jiyan dikin. Li gel van ziyanên fizîkî, gundên wan ji aliyên dewleta dagirkeran ya Tirkiyeve hatine şawitandin û malên wan talan kirine. Gelê mexmurê di pêvejoya  penaberiya xwede gelek caran bûye hedefa êrîşên hêzên Başûrê Kurdistanê. Lewma mecbûr mane kû li mexmur’ê bicih bibin. Dema kû ev gel li mexmurê bicih dibin, gelekan digotin  gengaze kû ev insane li vir jiyan bikine. Di rastiya xwe de ji mexmur ciheke sehraye, bê av û şînatiye. Her waha havînê germahiya wê di gihe 50’an. Lê  disan ji vî gelî bi salan bê av û derfet li berxwedan. Bi ked û îradeekî mezin ev cih kir cihê jiyanê ji ber neyîna derfetên aborî, şert û mercên erdnîgarî yên nerênî bi dehan zarik seqet dibin û gelek nexeşiyên giran li însanan peyda bûne.

Demekî dirêje NY’î ji ci arikariyê nade û dest ji qampê kişandiye. Eem weke komele hewl didin kû ji pirsgirêkên penaberên mexmur’ê re bibin arikar. Lê ji ber kû ci derfetên me nînein em nekarin ji berinên wan re bibin derman.

Weke komele peywendî li gel 67 kesên mexdur kiriye p li ser pirsgirêkên giştî bi wan re nîqaş hatine pêşxistin. Di van nîqaşanede ji em gihiştîne hinek  vahiyê de cihekî xwe yê giring heye. Bi welatên cîran re hertim dinava hevkariyê de bûye û çi caran nêzîkatiyekî dijmînkarî nekirinye. Lê mixabin. Erdnîgariya Kurdistan’ê û gelê wê ji aliyê dewletên dagirker ve hertim hatiye mêtingerkirin, yek ji van dewletan ji dewleta Tirkiyê ye. Ji ber vê egerê, gi salane dinavbera dewleta Tirk û gelê Kurd de şereke bê hempa tê meşandin.

Şerê kû dewleta Tirkiyê li hemberê gelê Kurd dimeşine şereke girêje û ne li gorî distorê huquqa navnetewiye. Bê goman ger mirov rewşa penaberên mexmur’ê binirxine. Wê rastiya dewleta Tirkyê, çêtir fêmbike. Salên 1994’an û vir ve, bi hezaran Kurdên bakur ji ber zilm û zora dewleta Tirkiyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne. Encama zilm-zora dewletê bi sedan kes hatine kuştin, tevî jin û zarok bi sedan kes hatine birindarkirin, mecburi koçberiyê kirine. Bêgoman di encama vî şerî de bi dehan kes jî seqatbûne û turemayên şer jiyan dikin. Li gel van ziyanên fiziki, gundên wan ji aliyê dewleta dagirker ya Tirkiyê ve hatine şewitandinû talan kiriye. Gelê mexmur’ê di pêvajoya penabertiya xwe de gelek caran bûye hedefa êrişên hêzên Başûrên Kurdistan’ê . lewma mecbûr mane kû li mexmur’ê bicih bibin. Dema kû ev gel li mexmurê bicih dibin, gekekan digot ne gengaze kû ev insane li vir jiyan bikin. Di rastiya xwe de ji mexmur, ciheke sehraye, bê av û şînatiye. Her waha havînê germahiya wê digihe 50’ an. Lê disan ji vî gelî bi salan, bê av û derfet li berxwedan. Bi ked  û îradeyake mezin ev cih kir cihê jiyanê. Ji ber neyina  derfetên abori, şert û mercên erdnîgarî yên nerênî, bi dehan  zarok seqet dibin û gelek nexweşiyên girna li însanan peyda bûn.

   Demeke dirêje YN’î ji çi arikariyê nade û dest ji qempê  kişandiye. Em weke komele hewl didin kû ji pirsgirêkên penaberên mexmur’ê  re bibin arikar. Lê ji berk û çi derfetên me nînin, em nekarin ji beînên wan re bibin derman.

Sesên mexdur kirinye û ser pirsgirêkên giştî bi wan re nîqaş  hatine pêşxistin. Di van nîqaşane de ji em gihiştine hinek tespîtan.

   Karên acil yên kû di demeke kinde de warên pêkanîn, tedavîkirina seqet û kin de  desên êşên giran pere hene. Her wah di aliyê jiyani de pisporkirina mirovan  di hêla sinetî de û perwerdeyê de karên herî acîlin. Danişvanên maxmur bi taybet yên kû pirsgirêkên wan yên tenduristiyê hene pir hêjarin û çi derfetên wan yên aborî nînin. Bê goman ppêdiviya me bi destgehên tedaviya fîzîkî hene. Ji bok û pediviyên civake yên rojane çêbibin pêwistiyên me bi mezal û pergalên pêwist yên teknikî hene. Lî çi derfetên me nînin kû em vane pêkbinin, li gorî vê

1-      Li gorî xalên kû me li jor daye diyarkirin, bang li kesên peywendidar dikin kû arikariyê bidin û jib o van însanan dinava peywediyê de bin.

2-      Ji bo endamên me yên din, kû pir bêçarene navendeke rehabilîtasyonê were avakirin. Ji bo tedavîkirina wan bijişk û sesên hevkar bêne erkdarkirin.

3-      Endamên komeleya me yên kû dest, pê û çavên xwe windakirine bêne tedavîkirin, navendeke kû tedaviya fizyoterapî lê bêt kirin were avakirin û pergalên pêwist yên teknîkî bên amedekirin. Herwaha jib o van kesan navendeke din ya ji tesîsên werzîşê pêktê were avakirin û derfetên r refaha mirovan çêdikin werin afirandin.

4-      Ji bo perwerde û têkiliyên jiyanî û civakî yên endamên me avakirina navendeke taybet.

5-      Ji bo hatin û çûyina endamên me yên kû nekarin bimeşin û divî waride zehmetiyê dikişinin seyarek bê dayin yan ji derfet werin afirandin.

6-      Ji bo zarokên xexweş û nexweşiyên wan yên giran, bi lezginî  bijişk  û derfetên tedaviyê bên dayin, dayin ji ber kû NY’î xwe vekişandine gelek nexweş û seqetiyê acil hene, dibin sedemê mirinan. Beriya kû NY’î rojê 30 nexweşan serî li komeleya me didan. Lê ji berk û NY’î arikariyê nade qampê jib ê derfetiyê ev insane bê careen û jiyaneke pir bi zehmet derbaz dikin

 

Jor
 

27-05-2006