|
.
Ev şer di
heman demêde şerê gihandina aşîtiyêye!
-Hevalê
Gazî Xebat Kobanê ,yê ji başûrê rojava,nêviyê emrê xwe
di nava tekoşîna gelê Kurd’de derbaskir û gelek caran ji
laşê xwe ji cihên cûr be cûr birîndar bûye û herî dawî
jibo Kurdistanî serbest di axa xwede bixebitin tevlî
xebatên HAWPAR (parastina hawîrdor)bu û di dema paqij
kirina erdê ji mayinê ko di demê şerade hatiyê bi
cihkirin ,mayinek di destê hevalê Xebat de diteqe herdû
destê xwe û çavekî xwe wenda dike ,nihajî hevpeyvîna me
bi hevalê Xebat Kobanêre pêk aniye emê ji were pêşkêşkin.
1-Tu dikare xwe bi me bide naskirin ?
Ez hevalê xebat ji Kobanê li gundê( Eînbêt) di
sala 1969 hatime dinyayê min dibistan jiber şert u
mercen zehmet me nikar bixuînin û ez ji malbatekî welat
parêzim ,naskirina malbatê bi partiyêre sala 1987 çêbu,û
debara xwe bi çandiniyê derbas dikin.
2-Hun kengî û çawa tevlî şoreşêbu ?
Di sala 1987’a li saha başurê
rojava Ez tevlî partiya karkerê kurdistan PKKê bum
,piştî min 6 meha li cem rêber APO mam û min perwerde
dît ez derbasî saha şer li bakurê kurdistanê bum.
3-Di kîjan dîrokêda û di kuderaxwede hûn birîndarbun?
Di sala 1989 li amanosa ez
birîndarbum di çavêxwede bi parçê bumbê ,ez birîndarbum
û cara duemîn ez di şerê 1992’ande ji lingê xwe ez
birindarbum bi mermiyê ,û di sala 1996 dîsa bi mermiyê
ji milê xwe birîndarbum , sala 2003 em derbasî bakurê
kurdistanê bum, leşkerê tirka li ser rêkê mayîn danîbun
û di teqandina mayînêra çav û cihê din cir bi cur ez
birîndarbum,û di sala 2006 de derbasbuna me jibo
xebateke murovahî ez tevlî xebatê HAWPAR(parastina
hawîrdor)ê bum xebateke bi vî rengî me da meşandin ,teqrîben
bi hezaran mayin bi destê me hatinê rakirin bi ji bona wê
di navbera sala 2006 û 2007 bi rakirina mayinê mayin di
nav destê minde teqiya û di encamde herdu destê xwe û
çavkî xwe min wenda kir.
4-Berî
ko ti tevlî tekoşînê bive birîndarî qet di fikrê wede
derbas dibu ?
Na qet di fikrêmede derbas
nedibu jiberko têkiliyême bi tekoşînêre hebun û şert û
mercê wê me dinasî û rêber APO jibona hemu zehmetî û
zoriyan bi mere axivî got di nava tekoşîna mede şehadet
birîndarî birçîbun û hemî zehmetî û zorî hene ,mejî ev
pejirand û em tevlî nava tekoşîna azadiyê bûn .
5-Dema
birîndarî û piştî birîndariyê hestên we çibun ?
Dema ko em çun ser mayinê ew
mayin berê hatibu pêlêkirin bes neteqiyabu ,dema min
rakir di nava destêminde teqî ,û di wê demêde heval û
gundî li cem min hebun ,di wê demêde hevalan midaxelê
kirin bes min nizanîbu herdu destêmin çune jiber ko
birîn hîna germbu,min li nexweşxanê zanî ko destêmin qut
bune ,
Piştî min destê xwe yên qutkrî dît
ez pir bi bandor bum min jixwere got ezê bê dest çawa
bikaribim bixebitim ez nikarim xwarinekêjî buxum ,di
heman nexweşxanêde 3 hevalê ciwan ewjî li kêleka minbun
lingê xwe wendakiribun ,ez bi wan pir bi bandor bum û
min menewiyat ji wan girt .
6-Li
dervî şer mayin û pisqolojiya gazîbuyinê hun çawa jiyan
dikin ?
Ya rastî heger hun bixwazin
nêviyê emrêmin dinava xebatê û tekoşînêde derbasbu ,jibo
wê jî ji şer û kar durbuyin ez pir zorî dikşînim ,niha
jbo gazîboyinê tiştê ko ez difikirim çawa ezê layiqî
gazîbuyinê bivim .
7-Di
nav jiyanêde di milê fîzîkîde xalê ko hon têde zehmetî
dşkşînin çine?
Tevî ko heval alîkarî didin
min dîsa jî ez di hêla manewîde zorî dikşînim ,jiber ko
ez îhtiyacxê yê rojanede mihtac dibim ,û ez naxwazim
heval bi minre biwestin .
8-weke
gaziyekî hêviyê we ji mirovan çine ?
Tişta ez ji mirovan hêvî dikin
,bila nêzîkatiyên atîfî jimere neyê kirin ,ji berko em
bi van nêzîkatiya zemetî dikşînim ,mînak ,dibêjin’ hun
nikarin kar bikn hun seqetin ‘ev nêzîkatî bi dilekî pak
tê kirin lê belê em bi vê nêzîkatiyê zorî dikşînim ,ez
hêvîdarim ko herkes li gorî rastiya min nêzîkatî bike
,zaten karê ez nikaribim bikim ez nakim .
9-Cihê
hun lê jiyan dikin tiştê hun pêwîst dibînin û dixwazin
bi pêk were çine?
Jiyana ko ez têde dijîm tenê
ez yanjî girupek tenê nîne ,jiber ko em hemû hevalên
gazî di nava xebatêde li gorî îmkan û hêza xwe em
dixebitin ,partî derfet jibo herkesî pêşkêş dike ,tenê
jibome xebat û kar lazime ewjî li ser milê meye,
10-Dema
hun li paş dinerin herî zêde dşxwazin bivin xwedî çi ?
Tû caran ez jibo xwe tiştek
taybey nefikirîme ,weke mi li jor anî ziman emê li gorî
qiwetaxwe cihê em lê mane emê tekoşînê bi awayekî aktîf
didomînin,û bi taybet li himberî rêber ApO girêdana bi
zanist xurt bikin û hevaltiya xwe ya kêm li hiber
rêbertiya xwe xurt biki û bivn layiqî wan qehremanên ko
cavê xwe nagrin û canêxwe, fedadikin emê jibo bivin
laîqî wan tekoşîn bikin.
11-Hun
jibo şer çi difikirin? (hun diikarin têkiliyên gazibuyin
û aşîtiyê bînin ziman )?
Her tiştekî ziddê xwe heye ,di
encamê her şerekîde aşîtiyek dixuliqe ,lê pêwîste ew şer
bi watebe ,şerê ko em di navdene ne şerekî eşîret –qebile
yanjî cerdevaniye ,şerême şerekî li himberî
desthilatdariyê ye ,û jşberko bi hezarê salane gelê kurd
di komkujî û di bin zextê xuînmşjande tên perçiqandin ,heger
em îro şer dikin em jibo ev gel di nava aşîti û
wekheviyekêde jiyankin ,şer mşjareke bi êşe ,ez ti caran
şer naxwazim ,lê em mecbur dimînin ,jberko aşîtî bi
hesanî nayê ,jibo wê em şerê parastina rewa dikin ,jiberko
dijminême dijminekî ji rêbazê aştîyane famnake ,em li
himberî wî şerdikin ,tê wê watê şer û aşîtî ji hev nayên
cudakirin tê wê watê ev şer heman demêde şerê gihandina
aşîtiyêye.
12-Ji
bo gaziyan peyamê we çine ?
Berî her tiştî her gazî
pêwîste rewşa xwe bipejirîne û li cihê ko lê mane xebatê
xwe bidomînin ,ji berko hemu gaziyên tekoşînê jiboçi
perçekî ji canê xwe dane di wê zanebunê dene ,li gorî
qiwetaxwe herkes pêwîste ji berê zêdetir tekoşîn bikin ,jiberko
wan êşa vî şerî kişandine ,ancax ew bikaribin jibo
aşîtiyê aktîf bixebitin.
13-Ji
bo gelê kurd û tirk peyama we çiye?
Bê guman gelê tirkjî di nava
vî şerîde gelek bedel dane ,dayikê kurdan û tirkan bi
hevre giryan, ji bo kurd û tirk bikarin di nava
aşîtîyêde bijîn ,ev bar dikeve ser milê wanjî,bê guman
ev şer ne li himberî gelê tirke ,jibo em bikaribin
dinava hevsengî û aşîtiyêde bijîn em îro tekoşîn dikin ,
pêwîste gelê kurd û tirk di vê zanebunê debin.
14-Hun niha bi çi karanre mijul dibin?
jiberko min dibistan nexwendibu, ev demeke ez diçim
qursa zimanê dayikî ,û ez xwendina xwe pêşdixim ,û ez
niha dikarim pirtuka bixuînim,û carna ez wextê xwe yê
vala bi hevalanre bi Sentrencê dilîzim.
|