|
.
“Cihê kû
bê çarebûn hebe Şer derdikeve pêş”
Hevalê gazî Zinar Kobanê ê
kû jiber li gundê wan dibistan tinebu û gûndê beramberî
wan jî dijminahiya wan ya eşîrtî hebû nikare dibistanê
bixwîne,berî kû birîndar bive hîs dike kû ewê birîndar
bive û mixabin birîndar dibe,ruxmî birîndariyê dixwaze
zû tedawiya wî xelasbe ji bo dîsa vegere çiyayê azad û
cihê kû lê maye xebatê xwe bidomîne, niha hevpeyvîna kû
me bi hevalê gazî Zinar kobanê re çêkiriye emê pêşkêşî
we bikin.
1-Tu
dikare xwe bi me bide naskirin ?
Ez di sala 1982’nda girêdayî
kobanê li gundê ( qelhedîd )hatime dinê,malbatame welat
parêze û debara xwe bi karkirî dikin,li gundê kêlekame
dibistan hebû lê ji ber sedemên dijminahiya eşîrtî min
dibistan nexwend.
2-Hun kengî û çawa tevlî şoreşêbu ?
Ez di sala 2001’ade devlî nav
refê gerîlabûm li zagrosê,sedemê tevlîbuna min ez bi
girtina rêbertî û di malbatêde tek keça meta min û yek
pismamêmin şehîd ketin ez bşwan pir bandor bûm û min
biryara tevlî bûnê da.
3-Di
kîjan dîrokêda û di kuderaxwede hûn birîndarbun?
Di sala 2008’anda li li çiyayê
qendîlê li ser sînorê îranê dema em diçûn jibo karekî
min pêl mayinê kir û paniya lingêmin qûtbû.
4-Berî
ku ti tevlî tekoşînê bive birîndarî qet di fikrê wede
derbas
dibu ?
bê gûman dema min biryara
tevlîbûnê da min hemû tişt dabû ber çavê xwe û min
şehadet û birîndarî pejirandibû.
5-Dema birîndarî û piştî birîndariyê hestên we çibun ?
Dema em çûn ser kar çihê em têre derbas bûn me dizanî kû
mayin hene lê em neçarbûn kû diwirre derbasbin,ji ber wê
min fikir dikir
kû emê pêl mainê bikin jibo wê pisqilojiyamin amedebû
min difikirîm kû heger matin biteqe ezê çawa bikaribim
hevala agahdar bikim ji ber kû hevalek keç û hevalek
xort jî bi minre bûn,dema maîn teqiya me got belkî
dijmin kemîn avêtibe em demekê kûrt man û bi alîkariya
herdû hevala ez gihîştim hevala.
Lê min tim dixwest ez zû baş
bivim û herim cihê xwe ji bo ez dîsa xebatê xwe
bidomînim.
6-Li
dervî şer mayin û pisqolojiya gazîbuyinê hun çawa jiyan
dikin ?
Bê gûman gêrîlayek ji çiya qût
bive pir zore,lê ez niha tedawiyê xwe didomînim,ji ber
kû hêviyêmin yê kû ez bikaribim dîsa xebata xwe birêve
bivim hene ez kêf xweşim,wekî din rêxistin li kîderê
xebat bide pêşya min ez amademe.
7-Di
nav jiyanêde di milê fîzîkîde xalê ko hon têde zehmetî
dşkşînin çine?
Ji ber kû tedawiyamin hîn
didomîne ez nikarim xwe tevlî xebatê bikim ewjî demeke
ewê derbasbe ,wekîdin zehmetî nakşînim.
8-weke gaziyekî hêviyê we ji mirovan çine ?
Bê gûman nêzîkatiyê weke hûn
seqetin hûn gazîne hûn nikarin xebatkin,ev nêzîkatî bê
gûman ji dilekî temîz û pak tên kirin,lê ez weke
şoreşgerekî nikarim vê rewşê bipejirînim,ji bo wê jî
pêwîste em gazina ji mirovan nekin,pêwîste em ji
mirovekî saxlem bêtir bixebitin jibo ev nêzîkatî neyê
kirin.
9-Dema hun li paş dinerin herî zêde dşxwazin bivin xwedî
çi ?
Ji bo min hertim hesretbûm ez li çyayê dersimê gêrîlatî
bikim,û bivim şervanekî layiq û ez nihajî bi hêvîme ev
xewnamin bive rastî.
10-Hun jibo şer çi difikirin? (hun diikarin têkiliyên
gazibuyin û aşîtiyê bînin ziman )?
Li gorî min şer neçariye,heger cihê
kû Aştî û Aramî hebe şer çênabe,heger kûrd îro şer dikin
sedema xwe eve;jiber kû wekhevî,edalet û biratiya gelan
tine em derketine serê van çiyan,em jibo kêfaxwe li serê
van çiya di nava derfetên zorde jiyan nakin,emjî
dixwazin di nava aştî û aramiyêde weke bira bijîn.
Û li gorî min hevalên gazî jibo
aşîtiyê dikarîn bivin weke pirekê,ji berkû ew êşa şer
baş dizanin,bê gûman her hevalek gazî li ser bingehê
peradîgma rêber APO tekoşîna xwe bi rêve dibe û bi
taybet ji bo aşîtiyê.
11-Ji bo gaziyan peyamê we çine ?
Weke min li jor anîbû ziman,hevalên
gazî pêwîste li gorî mîsyona kû hereket û rêber APO dayê
ber wan jibo aşîtiyê bixebit û ez bawerim kû jibo
aşîtiyê yê herî zêde bi bandorbin ewê hevalên gazîbin.
12-Ji bo gelê kurd û tirk peyama we çiye?
Êdî pêwîste jiyanek wekhev em bi hevre bijîn.çawa ziman,çand
û nasnama gelê Tirk heye pêwîste jibo ziman,çand,nasname
û hebûna Kurdajî bi rêz be û destê xwe bidin hev jibo
jşyaneke wek hev û aram.ji ber kû tiçar gel nebûne
dijmin û ti carî nebûne dijmin.bi hezarê salane bi hevre
di nav aşîtiyê û aramiyê dijîn.ji niha û şûnde jî
pêwîste vê biratiyê bidomînin.ji bo wê pêwîste gelê Tirk
û gelê Kurd dest bidin hev û bêjin “Êdî
bese”.
13-Hun niha bi çi karanre mijul dibin?
Ez niha tedawiya xwe
didomônim û di xwextê xwe yê valade ez pirtûk dixwînim.
|